Li Efrîna dagirkirî welatiyek hat revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyekî Efrîna dagirkirî revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Li Efrîna dagirkirî welatiyek hat revandin
7 mijdar, 2024   20:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriye da zanîn ku çeteyên "Polîsa Leşkerî" duh (6'ê Mijdarê) welatiyê bi navê Xelîl Mûsa Hisên (45) ê ji bajarê Efrînê, ji mala wî ya taxa Eşrefiyê ber bi cihekî nediyar ve revand.

Hisên hefteya borî ji Tirkiyeyê hatibû dersînorkirin.

Li deverên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, sûcên revandin, kuştin, talankirin, dizî, xwestina pereyan zêde dibin.

(mh)