Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk soza mezinkirina têkoşînê da

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhjilatê Sûriyeyê salvegera yekemîn a damezirandina xwe, pîroz kir û ji bo avakirina siberojeke baştir ji sûriyeyiyan re soz da, têkoşînê bidomîne.

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk soza mezinkirina têkoşînê da
31 ÇILE, 2025   21:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina konfederaliyê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêvajoya heyî di dîroka Sûriyeyê de gelekî girîng e û pêvajoya xilasiya ji zordestiyê û bindestiyê ye.

Her wiha hate destnîşankirin ku konfederalî bi saya fedakariyên mezin ên ciwanên tevahî pêkhateyên herêmê hatiye avakirin ku ji bo avakirina civakeke demokratîk a pirreng li ser bingea edaletê, wekheviyê û hevbeşiyê, temsîlkirina hemû beşên civakê di girtina biryaran û sazkirina siberojê de, kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya vê projeya demokratîk, zehmetiyên berê yên ku zordestiyê derdixistin, derbas kirin û derbasî pêvajoya avakirina saziyan, firehkirina asoyan li gorî modeleke hevbeşiya demokratîk a nenavendî bûn. Bi şêwazekê ku mafên tevahî pêkhateyan were misogerkirin û ti pêkhate yan jî netewe yan jî mezheb  yan jî nijad neyê paşguhkirin.

Di daxuyaniyê de ji bo pêşxistina tecrubeya li herêmê û sepandina çanda demokratîk, xurtkirina rola civaka sivîl, beşên civakî di avakirina civakeke pêşketî li ser bingeha edaletê, rûmetê û azadiyê li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê, soza mezinkirina têkoşînê û domandina xebatê hate dayîn.

(şx)

ANHA