Hîlala Zêrîn Peymangeha Bilind a Huneran li Hesekê vekir

Di salvegera şehadeta têkoşer û fermandara jin Şîlan Kobanê de, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn Peymangeha Bilind a Huneran li bajarê Hesekê vekir.

29 mijdar, 2024   18:42
HESEKÊ

Piştî ked û xebata 3 salan û di salvegera 20'emîn a şehadeta têkoşer şehîd Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) de, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Peymangeha Bilind a Huneran li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê vekir.

Merasîma vekirinê bi dirûşma "Jin azadiyê dirêse" bi rê ve çû û tê de nûnerên Rêveberiya Xweser, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, partiyên siyasî, malbata şehîdan, malbata şehîd Şîlan Kobanê, bi dehan xwendekar û hunermend beşdar bûn.

Di serî de bi navê peymangehê, rêveber Evîn Başo vekirina peymangehê li tevahî jinên Rojavayê Kurdistanê, têkoşerên jin, Rêber Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan pîroz kir.

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer vekirina peymangehê li gelên herêmê pîroz kir û soza domandina têkoşînê li ser felsefeya "Jin Jiyan Azadî" nû kir.

Bi navê Kongra Star, Fermandariya Giştî ya YPJ'ê û partiyên siyasî peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin.

Piştî xwendina peyaman rêveberiya Peymangeha Bilind a Huneran malbata şehîd Şîlan Kobanê xelat kir.

Dayika şehîd Şîlan Kobanê, Fatme Muslim got: "Têkoşîna ji bo azadiyê ne tenê bi çekan e. Her jinek li vir dixebite yan jî dixwîne, Şîlanek e û li ser şopa Şîlanê ye."

Piştre Koma Orkestra Rojava û Koma Hîlala Zêrîn berhemên hunerî û muzîkî pêşkêş kirin û di dawiya merasîmê de dayika şehîd Şîlan Kobanê şirîd birî û beşdar derbasî peymangehê bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku peymangeh ji 5 beşan pêk tê: wênesazî, peykertiraşî, muzîk, şano û sînema. Li peymangehê jî heman sîstema zanîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin û tê de mamosteyên pispor cih girtine. Piştî bidawîkirina xwendinê, xwendekar bawernameyên fermî ji aliyê Rêveberiya Xweser werdigirin.

(mh)