Çete derbasî taxên Helebê bûn

Hêzên hikumeta Şamê ragihand ku wan çend xalên ku di saetên dawîn de ketibûn destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker, vegerandin. SOHR'ê jî da zanîn ku çet derbasî taxên Hemdaniye û Heleb El Cedîde yên bajarê Helebê bûn.

Çete derbasî taxên Helebê bûn
29 mijdar, 2024   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew têkbirina êrişên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) didomînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çete çekên navîn û giran, balafirên bêmirov û bi hezaran çekdarên "terorîst" bi kar tînin.

Li aliyê din, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam 2 êrişên xwekuj pêk anîn û di encamê de ew derbasî derdora taxên Hemdaniye û Heleb El Cedîde yên bajarê Helebê bûn.

Ji berbanga 27'ê Mijdarê ve, heta niha 255 kes hatine kuştin.

(mh)