Hikumeta Şamê debara welatiyan zehmet dike

Hikumeta Şamê debara welatiyên li herêmên di bin kontrola xwe de zehmet dike, her wiha bihaya mazotê li kargehên mirîşkan ji 2 hezarî heta 8 hezar lîre biha kir.

Hikumeta Şamê debara welatiyan zehmet dike
14 ÇILE, 2024   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ji kêmkirina bihaya mirîşkan matmayî nema. Li kêlek wê Wezareta Petrol û Dewlemendiya Metalan a hikumeta Şamê mazota ji bo kargehên mirîşkan ji 2 hezar heta 8 hezar lîre biha kir.

Girêdayî mijarê alîkarê wezîrê çandiniyê yê kar û barên sewalvanî û geşepêdana gundan Ramî El Elî xwe ji berpirsiyartiya bihakirina mazotê bi dûr xist û got, "Dîsplînkirina buhayê mirîşkan, piştî bihakirina mazotê ya taybet bi kargehên mirîşkan, erkên Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran e, ne ya me ye."

Demeke berê ajansa me nêrînên hin welatiyan girtibûn. Welatiyan anîbû ziman ku ji 3 mehan ve êdî piranî karmend nikarin goştê mirîşkan bikirin û kîloya wê gihaştiye 50 hezar lîre.

Piştî bihakirina mazota kargehan, êdî karmendê ku her 3 mehan carekê goştê mirîşkan dikirî, êdî dê her sal carekê bikire.

Herî dawî Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran lître benzînê oktan 90 ji 9 hezar û 500 lîre heta 12 hezar û 430 lîre biha kir. Mazot jî li sûka reş gihaşt 10 hezar û 895 lîreyan.

(fr)