Bihaya genim ferqa polîtîkayên hikumeta demkî û Rêveberiya Xweser aşkera kir

Cotkaran li hember diyarkirina bihayê genim ji hêla hikumeta demkî ve nerazîbûnên xwe nîşan dan. Cotkaran polîtîkayên hikumeta demkî û yên Rêveberiya Xweser di aliyê piştgiriya çandiniyê de dan ber hev.

Bihaya genim ferqa polîtîkayên hikumeta demkî û Rêveberiya Xweser aşkera kir
20 gulan, 2026   11:23
QAMIŞLO 

Di wextê ku cotkarên Sûriyeyê rewşa mewsimê genim ê sala 2026`an dişopînin, dîsa polîtîka destekdayîna çandiniyê kete rojevê, hikûmeta demkî bihaya kirîna genim diyar kir, dê tonek genim bi 46 hezar lîreyên Sûriyeyê yên nû were kirîn. Cotkaran li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin têra lêçûna çandiniyê nake. Li beramberî vê yekê cotkar li tecrûbeya Rêveberiya Xweser a mewsimê par vegeriyan. Rêveberiya Xweser genim ji cotkaran kirî, bihaya tonek genim bi 420 dolar bû. Her wiha mazot ji bo çandiniyê hat belavkirin. 

HIKÛMETA DEMKÎ BIHA BI LÎREYÊ SÛRIYEYÊ DIYAR KIRIYE

Wezîrê Aborî û Pîşesazî yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Nîdal El Şear 16`ê gulanê 2026`an raghand ku buhabûna yek ton genim ê di asta yekem de bi 46 hezar lîreyê Sûriyê yê nû ye. 

Di wextê ku lêçûna çandiniyê, mazot, veguheztin, gubre gelekî bihabûn DE ev biryar hat dayîn û niha dolar bûye 13900 lîreyê Sûriye ya nû.

7ˊê Gulana 2026`an bihayê lîtreyekî mezota li bazarê gihîşte 0.88 centî û bihaya mazota çandiniyê jî 0.25 dolarê Amerîkî ye. 

Cotkar dibêjin ku ne tenê genim erzan tê kirîn, wan hemû pêdiviyên çandiniyê bi dolar kirîne û ew ê genim xwe bi lîreyê Sûriyê bifroşin. Ji ber vê yekê cotkar nikarin fêde ji mewsimê bigirin û dibe ku deyndar bikevin. 

Cotkaran anî ziman ku lêçûna çandiniyê ya îsal ji salên berê gelekî zêdetir bûye. Ew tov, gubre û madeyên sotemeniyê bi dolar dikirin û bihaya genim kêm e. Ji ber vê yekê cotkaran nerazîbûna xwe anîn ziman û xwestin ku bihaya genim careke dîtir ber çavan re derbas bikin. 

RÊVEBERIYA XWESER DESTEK DIDA COTKARAN 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 11`ê hezîranê 2025`an ragihandibû ku ew ê tonek genim bi 420 dolarê Amerîkî bikire. Her wiha Rêveberiya Xweser serê her tonekî 70 dolar Amerîkî dida cotkaran. Di wê demê de dolar bi 10 hezar lîreyê Sûriyê bû.

Rêveberiya Xweser li gorî şert û mercên aborî, rewşa çandiniyê û ji bo destek bide cotkaran biryar dabû ku tonek genim bi 420 dolarê Amerîkî ji cotkaran bikire. 

Her wiha Rêveberiya Xweser mazota çandiniyê erzan dida cotkaran, lître bi hezar û 150 lîreya Sûriyeyê bû. Cotkar dibêjin ku polîtîka Rêveberiya Xweser a çandiniyê barê wan sivik kiribû bi taybet mazot erzan li ser wan belav dikirin. 

ENTEGRE Û GUHERÎNA MEKANÎZMEYA KIRÎNA GENIM

Piştî lihevkirina 29`ê Çile ya navbera QSD`ê û hikûmeta demkî û pêvajoya entegrekirinê dest pê kir êdî hikûmeta demkî dê genim ji cotkaran bikire. Ji ber vê yekê cotkar ditirsin ku hikûmet weke Rêveberiya Xweser bi wan re nebe alîkar. Ji ber vê yekê dibe ku gelek cotkar dev ji çandiniyê berdin.

(np)

ANHA