Li eniyên Şêxmeqsûdê tankek hat rûxandin û dronek hat xistin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar kir ku li eniyên taxa Şêxmeqsûdê tankek tevî tîmên wê hat îmhakirin û droneke xwekuj hat xistin.

Li eniyên Şêxmeqsûdê tankek hat rûxandin û dronek hat xistin
10 ÇILE, 2026   01:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan di dema hewldana çeteyên hikumeta demkî ya ketina taxa Şêxmeqsûdê de tankek tevî tîmên wê îmha kir û dronek xwekujî xist xwarê

Hêzan diyar kir ku çeteyan di bin sîwana bi dehan tankan û topbaranên hovane hewl da bikevin taxê, lê parêzvanên Şêxmeqsûdê bersivê tund danwan.

Di daxuyaniya hêzan de hat diyarkirin ku li gel van êrişên hovane ew berxwedaneke lehengane dimeşînin.

(fr)