Çete hewl didin kuştiyên xwe ji derdora gundê Ebdokê derxin

Di nava topbarana dewleta Tirk a dagirker de çete hewl didin kuştî û birîndarên xwe ji derdora gundê Ebdokê derxin.

Çete hewl didin kuştiyên xwe ji derdora gundê Ebdokê derxin
18 mijdar, 2024   23:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker topbarana li dijî gundê Ebdokê û derdora gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî, di nava hewldana çeteyan a kişandina kuştî û birîndarên xwe de, dewam dike.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hewldana ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li gundê Ebdokê yê li rojavayê Girê Spî yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk biribû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihandibû ku hêzên wan hewldana ketina çeteyan li gundewarê kantona Firatê têk biribû.

Navendê diyar kiribû ku di navbera QSDˋê û çeteyan de şer û pevçûnên dijwar rû dabûn û di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Di dîmenan de dijwariya topbaranê diyar dibe.

(fr)