Hêzên Şamê gundên Helebê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê gundên Helebê yên bakurê rojavayê Sûriyeyê topbaran kir û êrişên xwe di Nîsanê de zêde kirin.

Hêzên Şamê gundên Helebê topbaran kirin
20 nîsan, 2024   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên Şamê bi moşekan nuqteyên cuda li gundê Kefer Emê û derdora wî yên rojaayê Helebê topbaran kirin. 

Her wiha hêzên Şamê gundê Qesir û Hebata bi guleyên obîsan topbaran kirin, lê tu agahiyên li ser kuştî û birîndaran tune ne.

Li gorî SOHRˊê, li bakurê rojavayê Sûriyeyê di Nîsanê de 50 êrişên bi balafirên bêmirov û xwekuj ji hêla hêzên Şamê ve pêk hatin. Her wiha hêzên Şamê gundên rojavayê Helebê, çiyayê Zawiyê û gundên Sehil El Xab topbaran kirin, di encamê de 33 kes hatin kuştin.

(fr)