Li Hesekê li ser komkujiya Ermeniyan semîner

Bi hatina salvegera 109ˊan a komkujiya Ermeniyan Yekitiya Jinên Ermenî der barê komkujiyê de bi beşdariya dehan şêniyan semînerek da.

Li Hesekê li ser komkujiya Ermeniyan semîner
Li Hesekê li ser komkujiya Ermeniyan semîner
Li Hesekê li ser komkujiya Ermeniyan semîner
Li Hesekê li ser komkujiya Ermeniyan semîner
Li Hesekê li ser komkujiya Ermeniyan semîner
20 nîsan, 2024   19:32
HESEKÊ

Bi hatina salvegera 109ˊan a komkujiya Ermeniyan (24ˊê Nîsanê) Yekitiya Jinên Ermenî semînera danasîna komkujiya Ermeniyan da.

Semîner li Parka Xwendinê ya taxa Til Hecerê ya Hesekê hat lidarxistin. Endama Yekitiya Jinên Ermenî Losnak Camphorian semînerek li ser dîroka qirkirinê û hovîtiya komkujiya li dijî Ermeniyan bi destê dewleta Osmanî pêk hatiye axivî.

Losnak Camphorian diyar kir ku di encama wan komkujiyan de milyonek û nîv ermenî şehîd bûn.

Her wiha endama yekitiyê Munteha El Elî jî li ser mal û milkên Ermeniyan û çawaniya desteserkirina wan ji hêla Tirkan ve û koçberkirina wan bi darê zorê ji bajar û herêmên wan axivî û di encamê de di nava gelên din de ew hatin helandin.

Çalakî bi teqeziya li ser berxwedana gelê Ermenî û jinûve vegerandina mîrasa wî ya dîrokî û çandî bi rêya felsefeya neteweya demokratîk hat dayîn.

(fr)