Hêzên Şamê bi piştgiriya Rûsyayê ˊHemleyeke mezinˊ li dijî DAIŞˊê da destpêkirin

Ajanseke Rûsyayê aşkera kir ku hêzên Şamê û balafirên Rûsyayê li dijî DAIŞˊê li beyarê Sûriyeyê dest bi hemleyeke leşkerî ya mezin kiriye.

Hêzên Şamê bi piştgiriya Rûsyayê ˊHemleyeke mezinˊ li dijî DAIŞˊê da destpêkirin
6 hezîran, 2024   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Şamê bi piştgiriya balafirên Rûsyayê hemleyeke leşkerî ya mezin li beyarê Sûriyeyê li dijî DAIŞˊê daye destpêkirin.

Ajansa Rûsyayê diyar kir ku hêzên Şamê bi piştgiriya balafirên Rûsyayê berbanga îro hemleyeke leşkerî ya bejahî ya fireh ji bo paqijkirina beyarê Sûriyeyê heta bi herêma Tenefê ya li ser sînorê Sûriye-Iraq-Urdinê daye destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên meydanî yn leşkerî yên beşdarî hemleyê bûne, ji saetên vê sibehê ve ji 8 aliyên bingehîn; ji Resaya ya li Reqayê ya di bin kontrola hêzên Şamê de heta bi Eseriya ya Hema û Şêx Hîlal a li gundewarên Helebê dest bi hemleya leşkerî bûye.

Heman çavkaniyan da zanîn. bi moşekan navendên çeteyên DAIŞˊê li kûrahiya beyarê Sûriyeyê hatin hedefgirtin. Her wiha çavkaniyan aşkera kir ku firqeya 25ˊan, Firqeya 4ˊan, Heres Cumhorî tevî çekên giran û erebeyên leşkerî û bi piştgiriya balafirên Rûsyayê beşdarî vê hemleyê bûne.

Beyarê Sûriyeyê li herêmên rojhilat û başûr ên bajarên Humis, Dêrazor, Reqa û Siwêda heta bi sînorê Iraqê li aliyê rojhilat û Urdinê li aliyê başûr e.

(fr)