Pira Reşîd a Reqayê hat vekirin

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Pira Reşîd (Pira Nû) a Reqayê vekir.

Pira Reşîd a Reqayê hat vekirin
Pira Reşîd a Reqayê hat vekirin
Pira Reşîd a Reqayê hat vekirin
Pira Reşîd a Reqayê hat vekirin
Pira Reşîd a Reqayê hat vekirin
6 hezîran, 2024   23:58
REQA

Di merasîma vekirinê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, saziyên sivîl û leşkerî, şêniyên Reqayê, partiyên siyasî, Meclisa Jinan a Sûriyê û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya Cotmeha 2022'yan de dest bi jinûve tamîrkirina Pira Nû ya Reqayê kir. Da ku bar li ser pir û bendên din ên li ser çemê Firatê tên bikaranîn sivik bike, bazirganiya bejahî, çandinî û veguhastina li herêmê hêsan bike.

Di serî de bi navê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan endamê Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhad Omer vekirina pirê li ruhên şehîdan ên ku xwe ji bo rizgarkirina herêmê feda kirine pîroz kir û spasiya endazyar û rêveberên projeyê kir

Bi navê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê hevserokê Meclisê Meşleb El Tirkan got: "Em vekirina Pira Reşîd li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Ev pira ku komên terorîst di ser re derbas dibûn û talan kiriye û îro bi destê şêniyên Sûriyeyê hat avakirin."

El Tirkan wiha domand: "Ev 2 sal e xebata li ser jinûve tamîrkirina vê pirê didomin, bêyî ku tu alîkarî ji derve û ji rêxistinên navneteweyî were pêşkêşkirin. Ev pir ji bo Rêveberiya Xweser gaveke dîrokî ye, nexasim ku ew ji aliyê endazyarên Sûriyeyî ve hat tamîrkirin."

Piştre dayikên şehîdan şirîta vekirinê birî û beşdar derbasî ser pirê bûn.

Merasîm bi stranên koma Hîlala Zêrîn bi dawî bûn.

(mh)

ANHA