Di şahiya salvegera PKK′ê de ciwanek tev li gerîla bû

Ciwana bi navê Raperîn Osman di şahiya salvegera 45′an a damezirandina PKK′ê ya li Helebê de, tev li nava refa gerîla bû.

Di şahiya salvegera PKK′ê de ciwanek tev li gerîla bû
Di şahiya salvegera PKK′ê de ciwanek tev li gerîla bû
Di şahiya salvegera PKK′ê de ciwanek tev li gerîla bû
Di şahiya salvegera PKK′ê de ciwanek tev li gerîla bû
Di şahiya salvegera PKK′ê de ciwanek tev li gerîla bû
Di şahiya salvegera PKK′ê de ciwanek tev li gerîla bû
Di şahiya salvegera PKK′ê de ciwanek tev li gerîla bû
28 mijdar 2023   11:12
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê salvegera 45′an a damezirandina PKK′ê pîroz kir. Di şahiyê de ciwana bi navê Raperîn Osman ragihand ku tev li nava refên gerîla dibe.

Rapern Osman piştî ragihandina tevlêbûna xwe li nava refên gerîla, navê ′Vajîn′ hilbijart. Raperîn ji gundê Maratê yê Efrîna dagirkirî ye.

Raperînê salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir û sedemên tevlêbûnê ji ajans me re aşkera kirin. Raperînê got: "Ez bi hemû vîn û xwesteka xwe û bêyî zexta tu aliyekî tev li tevgera azadiya Kurdistanê dibim û ez bi vê biyarê bawer im. Ev yek a rast e û sond dixwim ji biryara xwe venagerim."

Raperîn Osman wiha domand: "Şehîdan û tiştên Rêber Abdullah Ocalan di oxira rizgariya gelên bindest de pêşkêş kirine, bandor li min kir. Ev her du sedem têrê dikin ku jiyana xwe li çiyayan li nava tevgera azadiya Kurdistanê dewam bikim."

Raperîn bang li ciwanan kir ku tev li nava gerîlayan bibin û wiha pê de çû: "Divê ciwan berpirsyariya pêkanîna azadiyê hilgirin û tev li nava gerîla bibin.”

‘EZ KEÇA XWE DIYARÎ TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ DIKIM’

Dayika Raperînê, Heyfa Ukaş jî salvegera damezirandina PKK′ê li gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Di vê roja dîrokî de ku me bawer nedikir ev pêşketin pêk were, ez keça xwe diyarî tevgera azadiya Kurdistanê dikim. Wê rêya azadiyê hilbijart û ez piştgiriyê didimê.”

(fr)

ANHA