Di 2 hefteyan de li Sûriyeyê 50 kesan jiyana xwe ji dest da

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka Mijdarê ve  li deverên cûda yên Sûriyeyê 50 kes, di nav de 43 sivîl ji ber rewşa bê ewlehiyê mirine.

Di 2 hefteyan de li Sûriyeyê 50 kesan jiyana xwe ji dest da
14 mijdar, 2026   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên SOHR`ê, di nav qurbaniyan de 43 sivîl, di nav wan de 2 jin û 14 zarok, her weha 7 kesên ne-sivîl jî hebûn. Ev hejmar asta xetereya li ser jiyana rojane ya sivîlan de nîşan dide.

SOHR`ê rave kir ku ev hejmara mezin a qurbaniyan ci encama hedefgirtina rasterast, guleyên bêserûber û teqîna mayînan û bermahiyên şer çêbûne.

Çavdêriyê destnîşan kir ku êrişên ku ji hêla şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ve têne destpêkirin, ji ber valahiya ewlehiyê ya berdewam û nebûna qanûn û rêziknameyê, yek ji gefên herî girîng ên li ser jiyana şêniyan e.

Her wiha mayîn û bermahiyên şer ji bo cotkaran, zarokan û kesên ku vedigerin deverên xwe gefeke mezin e, ji ber nebûna xebatên rakirina mayînan.

(k)

ANHA