Hêzên Îsraîlê derbasî gundê Mairiya yê Derayê bûn

Dewriyeyeke leşkerî ya Îsraîlê derbasî gundê Mairiya yê li rojavayê Derayê bû.

Hêzên Îsraîlê derbasî gundê Mairiya yê Derayê bûn
14 mijdar, 2026   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku dewriyeyeke leşkerî ya Îsraîlê îro (Şemî) derbasî gundê Mairiya yê li rojavayê Derayê bû.

Îro sibehê jî 9 wesayîtên leşkerî yên hêzên Îsraîlê derbasî bajarokê Cebata yê Quneytrayê bûn û 2 ciwan girtin.

(np)