Hêzên Îsraîlê bi wesayîtên zirxî ketin gundewarê Quneytrayê

Hêzên Îsraîlê, bi wesayîtên zirxî re, ketine gundewarê bakurê Quneytrayê. Tevgera hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê zêde bûye.

Hêzên Îsraîlê bi wesayîtên zirxî ketin gundewarê Quneytrayê
1 mijdar, 2025   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) îro ragihand ku hêzên artêşa Îsraîlê, bi 12 wesayîtên leşkerî re, ketine derdora gundê Ufanya, li bakurê Quneytrayê.

Berî çend demjimêran jî hêzek din a leşkerî ya Îsraîlî ketibû gundê Samdaniya El Şerqiye li gundewarê Quneytrayê, demekê li herêmê mabûn û paşê vekişin nav axa Îsraîlê.

(k)