Gelê Siwêdayê daketin qadan û daxwaza vekişîna hêzên hikûmetê ji gundan kirin

Şêniyên bajar û bajarokên Siwêdayê daketin qada û daxwaza vekişîna hêzên hikûmeta veguhêz ji gundên Siwêdayê kirin da ku şêniyên koçber vegerin gundên xwe, her weha daxwaza berdana zarokên xweyên revandî kirin.

Gelê Siwêdayê daketin qadan û daxwaza vekişîna hêzên hikûmetê ji gundan kirin
Gelê Siwêdayê daketin qadan û daxwaza vekişîna hêzên hikûmetê ji gundan kirin
Gelê Siwêdayê daketin qadan û daxwaza vekişîna hêzên hikûmetê ji gundan kirin
Gelê Siwêdayê daketin qadan û daxwaza vekişîna hêzên hikûmetê ji gundan kirin
Gelê Siwêdayê daketin qadan û daxwaza vekişîna hêzên hikûmetê ji gundan kirin
1 mijdar, 2025   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên gundên li gundewarê rojavayê Siwêdayê ku ji gundên xwe hatine koçberkirin, li ber avahiya parêzgehê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza mafê vegera malên xwe û vekişîna hêzên hikûmeta veguhêz ji gundên xwe kirin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên ku êrişên berdewam ên li ser bajar û gundewarên Siwêdayê şermezar dikin, hildan.

Li bajarê Şahbayê jî, li bakurê Siwêdayê, bi dehan kesan li dijî dorpêça li ser bajar û gundewarên wê xwepêşandan kirin û xwestin ku çarenûsa zarokên xwe yên revandî zanibin û girtî werin berdan.

(k)