Jineke Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin

Hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê li navçeya Kamyaran yê Rojhilatê Kurdistanê jineke Kurd binçav kir û ew ji mafên wê yên bingehîn bêpar kir.

Jineke Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin
1 mijdar, 2025   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêla binçavkirin, girtin û darvekirina girtiyan ji aliyê rejîma Îranê ve tevî bertekên civaka navnetewî û navxweyî jî bênavber didome. Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê li navçeya Kamyaran yê Rojhilatê Kurdistanê jineke Kurd binçav kir û ew ji mafên wê yên bingehîn bêpar kir.

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî têkildarî binçavkirina jineke Kurd li Rojhilatê Kurdistanê nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de tê gotin ku, jina Kurd a binavê Nûşîn Rezayî ya ji navçeya Kamyaran ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve ji aliyê hêzên îstixbaratê yên rejîma Îranê (Îtlaet) hate binçavkirin. Her wiha hate eşkerekirin ku hêzên îstixbaratê Nûşîn Rezayî birin Girtîgeha Sineyê.

Di nûçeya malperê de hate eşkerekirin piştî ku Nûşîn Rezayî birin Girtîgeha Sineyê, ew ji mafên wê yên bingehîn yên weke hevdîtina bi malbat, parêzer re hatiyê bêparkirin.