Hêzên Îsraîlê 3 caran derbasî herêmên Quneytrayê bûn

Hêzên Îsraîlê 3 caran derbasî herêmên cuda yên li gundewarên Quneytrayê bûn, li wan deveran ciwanek girt. Her wiha ciwanê ku duh li gundê El Huriyê yê bakurê parêzgehê girtibû jî berda.

Hêzên Îsraîlê 3 caran derbasî herêmên Quneytrayê bûn
28 cotmeh, 2026   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku hêzên Îsraîlê 3 caran derbasî herêmên cuda yên gundewarên Quneytrayê bûne.

Dewriyeya hêzên Îsraîlê ya ku ji 4 wesayetên leşkerî pêk dihat, ji xala Til Ebû El Xîsar ber bi gundê Seyda El Colan ê Quneytrayê ve bi rê ket, leşker li nava zeviyan belav bûn û ciwanek girt, paşê vekişiya û ber bi Mezreya Ebû Mezara ve çû.

Hêzeke din a Îsraîlê ku ji 7 wesayetan pêk dihat, derbasî rojavayê gundê Mejdûliya yê nêzî devera Siriye Ximêsa ya Quneytrayê bû, di heman demê de dewriyeyeke din a ku ji 7 wesayetan pêk dihat jî derbasî herêma Til Krûm bû.

Hêzên Îsraîlê ciwanê ku duh (27 Cotmeh) di dema derbasbûna gundê El Huriya yê Quneytrayê de girtibû jî berda.

(sb)