Xwendekarên li Dêrikê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir

Xwendekarên dibistanên Dêrikê daxwaza sererastkirina biryara hikumeta veguhêz a girêdayî perwerdeya zimanê kurdî û naskirina zimanê kurdî bi awayeke fermî di destûrê de kir.

Xwendekarên li Dêrikê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
Xwendekarên li Dêrikê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
Xwendekarên li Dêrikê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
28 cotmeh, 2026   12:56
QAMIŞLO

Çalakiyên xwendekaran ên ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî perwerdeya zimanê kurdî didomin. Xwendekarên bajarê Dêrikê li pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan a li bajêr kom bûn û li wir çalakiyeke protestokirinê li dar xist.

Piştî çalakiyê xwendekaran bi meş berê xwe da avahiya Gerînendetiya Herêma Dêrikê û hevdîtin bi gerînendeyê herêma Dêrikê Şêro Şero re kir. Şero li daxwazên xwendekaran guhdarî kir û piştgiriya xwe ji bo mafê xwendekaran di nava Sûriyeyeke nû û demokratîk de nîşan da.

Şero destnîşan kir ku gerînendetiya herêmê dê daxwazên xwendekaran bigihîne aliyên peywendîdar.

Meşa xwendekaran bi berzkirina sloganên girêdayî banga mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û naskirina wê bi dawî bû.

(sb)

ANHA