Hêzên Îsraîl li gundên Quneytrayê gule barandin

Li gundewarên Quneytrayê hêzên Îsraîl derbasî gundan bûn, gule barandin û bombeyên ronî dike, avêtin.

Hêzên Îsraîl li gundên Quneytrayê gule barandin
13 îlon, 2026   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegîhanê me li gorî çavkaniyên herêmî agahî da ku îro dewriyeyeke hêzên Îsraîl bi 8 wesayetên leşkerî derbasî Resim El Heyadira ya derdora gundê Kodna bû. Gundê Kodna dikeve başûrê bajarê Quneytrayê.

Heman çavkaniyan got dewriyeya hêzên Îsraîl di nava malên sivîlan de gule barandin û bombeyên ronî dike avêtin. Têkildarî encamê hîna tu agahî nehatine girtin.

Duh bi şev jî hêzên Îsraîl bi 2 tank, buldozerek û zêdetirî 10 wesayetên leşkerî derdora mezreya Feyt El Cin a girêdayî Şamê girtibûn.

Li parêzgeha Quneytrayê hêzên Îsraîl bi 3`ê wesayetên leşkerî derdora herêma dikeve rojavayê gundê Seyda El Hanût a Quneytrayê girtin.

(np)