Wezareta Enerjiyê sotemenî dîsa biha kir

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê sotemenî biha kir û gelê Sûriyeyê ji vê biryarê ne razî ne.

Wezareta Enerjiyê sotemenî dîsa biha kir
13 îlon, 2026   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Diyarkirina Bihayê Petrolê bihayê madeyên sotemeniyê diyar kir û îro (13) saet 00:00 dikeve meriyetê de. 

Buhayê nû hatiye diyar kirin wiha ye:

Benzîna 95: Lîtreyek bi 195 lîreya Sûrî

Benzîna 90: Lîtreyek bi 185 lîre

Mazot: Lîtreyek bi 175 lîre

Gaza malan: Hezar û 600 lîre

Gaza pîşesazî: 2 hezar 560 lîre

Tonek ji sotemeniya xam (Fiyûl): Bi 52 hezar û 800 lîre yî ye.

Wezîrê Enerjiyê Mihemed El Beşîr 23`ê hezîranê biryara numereya 844 a sala 2026`an derxistibû û gotibû dê komîteyeke dayîmî ya diyarkirina bihayê madeyên petrolê ji aliyên hikûmetê û saziyên têkildarî ava bike.

Ev komîte li gorî dane û faktorên ku bandorê li bazarên herêmî û navneteweyî dikin bihayê madeyên petrolê lêkolîn dike û ji bo bihayê sotemeniyê pîvan diyar.

Li hemberî bihabûna madeyên sotemeniyê berteka Sûriyeyiyan derket û daxwaz kirin ku Wezareta Enerjiyê li gorî rewşa welatiyên Sûriyeyê bihayê sotemeniyê diyar bike.

(np)