Li ser sînorê Urdun û Sûriyeyê 4 kes girtin 

Hêzên Urdunê li ser sînorê 4 kesên ku dixwestin ji Sûriyeyê derbasî Urdunê bibin, girtin.

Li ser sînorê Urdun û Sûriyeyê 4 kes girtin 
13 îlon, 2026   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Herêma Leşkerî ya Bakur li Urdunê got îro (yekşem) 4 kesan ji aliyê Sûriyeyê ve xwestin derbasî Urdunê bibin. Her wiha anî ziman ku ew 4 kesên xwestin ne rewa derbasî Urdunê bibin ji aliyê hêzên parastina sînor ve hatine girtin. 

Hêzên Çekdar ên Urdunê jî daxuyanî da û got hêzên parastina sînor 4 kes dema ku xwestin ji Sûriyeyê derbasî Urdunê bibin, girtine û ew veguheztina aliyên têkildar.

Sînorê bakurê Urdunê bi Sûriyeyê re nêzî 375 km dirêje û herêma leşkerî ya bakur vî sînorî diparêz e.

(np)