Hêzên Îsraîl ber bi gundewarên Quneytra û Derayê ve çû 

12 wesayetên leşkerî yên hêzên Îsraîl ber bi gundewarên Quneytra û Derayê ve çû û paşve kişiya.

Hêzên Îsraîl ber bi gundewarên Quneytra û Derayê ve çû 
1 cotmeh, 2026   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegîhanê me li gorî çavkaniyên herêmî got hêzên Îsraîl îro (pêncşemê) bi 12 wesayetên leşkerî li gundewarên Quneytrayê û Derayê geriyan.

Nûçegîhanê me da zanîn ku wesayetên leşkerî ji Seyda El Colan ê gundewarê başûrê Quneytrayê derket û berê xwe da gundên Hewid El Yermûk ê dikeve rojavayê Derayê, piştre derbasî Cumle, Abidîn û herî dawiyê Meiriyê dibe û xwe paşve dikşîne.

Her wiha hêzên îsraîl duh bi ser gundê El Huriya yê Quneytrayê girtibûn û ciwanek girtibû, îro ew ciwan serbest berdan.

(np)