Li Idlib û Hemayê kuştî û birîndarên Şam û çeteyên Tirkiyeyê

Bi guleyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û di toparana li dijî gundewarên Idlibê de 3 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam birîndar bûn.

Li Idlib û Hemayê kuştî û birîndarên Şam û çeteyên Tirkiyeyê
12 mijdar, 2023   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişeke sekvaniyê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora Melaca ya başûrê Idlibê de leşkerî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin.

SOHR′ê da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê derdora Medliya, San, Merbelît ên başûrê Idlibê topbaran kirin, di encamê de 3 çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê birîndar bûn.

(fr)