ʹPêwist e dewleta Tirk rê li ber diyalogê vekeʹ

Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku pêwist e dewleta Tirk peyama Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî erênî pêk bîne û rê bide pêvajoya siyasî û qanûnî.

ʹPêwist e dewleta Tirk rê li ber diyalogê vekeʹ
24 cotmeh, 2024   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkildarî hevdîtina Rêber Abdullah Ocalandaxuyaniyek da û wiha got: “peyamê Rêber Abdullah Ocalan xwedî hêza teorîk û pratîk e ku pêvajoyê ji nav şer û tundiyê veguherîne milê siyasî qanûnî.

Di daxuyaniya însiyatîfê de piştgirî ji bo serdana ku di 23'yê Cotmeha 2024'an de hatiye pêkanîn, bang hat kirin ku ev serdan bidomin û werin berfirehkirin da ku parêzer jî bi awayekî qanûnî bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku peyama Rêber Abdullah Ocalan girînge ji bo gavenên siyasî û hiqûqî û wiha hat gotin: "Pêwist e dewleta Tirk bi awayekî erênî li gorî vê peyamê tev bigere û rê bide pêvajoya siyasî û hiqûqî ji bo bidawîkirina tundiyê û pêkanîna aştiyê.

 Abdullah Ocalan xwedî wê hêzê ye ku vê guhartinê pêk bîne. Girîng e dewleta Tirk rê li ber diyalogê veke û ji bo çalakkirina çareseriyên siyasî yên bi armanca pêkanîna aştiyê û wekheviya demokratîk, gavên cidî bavêje."

Di dawiya daxuyaniyê de banga li civaka navneteweyî û hêzên aştîxwaz hat kirin ku destekê bidin mafê heviyê.

(mh)