Ji bo piştgiriya jinan li Siweydayê li Helebê çalakî

Jinan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û koçberên Efrînê bi çalakiyekê piştgiriya têkoşîna jinan li Siweydayê kirin. Di heman demê de sûcên li dijî jinan li Siweydayê têne kirin, şermezar kirin. Jinan gotin, divê jin di çarçoveya xweparastinê de, xwe ji zordestiyê biparêzin.

Ji bo piştgiriya jinan li Siweydayê li Helebê çalakî
Ji bo piştgiriya jinan li Siweydayê li Helebê çalakî
Ji bo piştgiriya jinan li Siweydayê li Helebê çalakî
Ji bo piştgiriya jinan li Siweydayê li Helebê çalakî
Ji bo piştgiriya jinan li Siweydayê li Helebê çalakî
Ji bo piştgiriya jinan li Siweydayê li Helebê çalakî
3 tebax, 2025   23:32
HELEB

Kongra Star a Helebê di çarçoveya kampanya Platforam Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku bi sernavê “Bi hev re piştgiriya jinan li Siweydayê li hember qirkirinê bikin” ragihandiye, çalakiyek li dar xist.

Çalakî li qada çerxerêya Destîna ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê li dar ket. Endamên partiyan, saziyên sivîl, meclis û komîn tev li çalakiyê bûn.

Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo axivî û got: “Dema jin, di çarçoveya xweparastinê de xwe birêxistin bikin, wê demê dikarin hebûna xwe ji çewisandinê û sûcên zihniyeta baviksalariyê biparêze.”\

Fehîme hevrûkirin di navbera hikumeta Baasê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de çêkir û got: “Her du jî, civakan diçewsînin û desthilata xwe bi hêzê, netewperestiyê û îslamê bi kar tine.”

Berpirsa nivîsgeha têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fatme Al Hesîno axivî û teqezî bi erkaxweparasitnê, yekitiyê kir ji bo ku jin ji bahoza sûcên li dijî wê ji aliyê pergalên serdest ve têne kirin,  

(şx)

ANHA