Dîmenên hovîtiya çeteyan a li hemberî cihên pîroz

Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pakrewangeh ku cihên pîroz ên civakî ye hilweşandiye. Dîmenên ku ajansa me bi dest xistine hovîtiya çeteyan derdixe ber çevan.

Dîmenên hovîtiya çeteyan a li hemberî cihên pîroz
6 hezîran, 2025   18:58
HELEB
MIHEMED EBDO

Dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2018’an de kantona Efrînê dagir kir, yek ji cihên ku kirine hedefa êrişên xwe jî pakrewangeh bûn.

Çeteyên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye, hemû gorên şehîdan hilweşandin û parkewangeh ji holê rakirin, li ser wan baregeh ava kirin.

Der barê hovîtiya çeteyan de heta niha gelek agahî hatin parvekirin, lê bi minasebeta cejna Qurbanê ev rastiya wan hîn baştir derket holê.

Piştî hilwşeandina rejîma Baas û helwesta gelan, hin welatiyan karîbû pêkanîna derveyî mirovahiyê ya çeteyan raxin ber çavan. 

Yek ji pakrewangehên ku hatine hilweşandin jî Pakrewangeha Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera ye.

Hat gotin ku çeteyan piştî dagirkirinê, beşek pakrewangehê xera kir û bi fînansekirina komeleya bi navê Biratiya Kiwêtê kampek bi navê "Nanê Xêrê" li ser ava kir. Piştî demekê jî li ser mizgeft hat çêkirin û goristan veguhartin cihê niştecihbûnê.

Hin dîmen û wêneyên ku gihiştin ajansa me, hovîtiya çeteyan a li hemberî pakrewangehê radixe ber çavan.

Di dîmenan de tê dîtin ku pakrewangeh û gorên şehîdan hatine hilweşandin. Yek ji gorên hatine xerakirin jî, gora Şehîd Avesta Xabûr a li çerxerêya gundê Keferşîlê yê navenda bajarê Efrînê ye.