Şêniyên Minbicê: Armanca dewleta Tirk diyar e; kuştin û koçberkirin

Şêniyên kantona Minbicê got armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser gundewarên kantona Minbicê, koçberkirin û kuştina xelkê ye. Şêniyan tekez kir ku ew axa xwe bernadin.

Şêniyên Minbicê: Armanca dewleta Tirk diyar e; kuştin û koçberkirin
2 mijdar, 2024   05:40
MINBIC
MIHEMED XELÎL

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Cotmehê ve êrişên xwe yên li ser bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin û nemaze binesaziyên wekî kehrebe, av, sotemenî, karxane û embarên genim dike hedef.

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser, dewleta Tirk a dagirker 1031 êriş pêk aniye, di encamê de 17 kes şehîd bûne û 65 kesên din jî birîndar bûne.

Şêniyên gundewarên Minbicê yên rastî bombebaranê hatin, destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide planên xwe yên dagirkeriyê bi cih bîne û wan ji axa wan derxe. Şêniyan diyar kir ku ew dê axa xwe bernedin.

Ebdulezîz El Silo diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi hemû cûre çekan cihên wan bombebaran dike û hewl dide xelkê koçber bike û vîna wan bişkîne.

El Silo destnîşan kir ku gelê Minbicê bi giştî li ser axa xwe ye û ji bo parastina axa xwe ew amade ne ku li kêleka şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk şer bikin.

Ehmed El Mihemed diyar kir ku bombebarana li ser herêmên Minbicê ranewestiyaye û da zanîn ku dagirkeriya Tirk bombabaran li ser bajarokê El Yastî dijwartir kiriye. El Mihemed got ji ber bombebarana hovane çend welatiyên sivîl şehîd bûn.

Ehmed ElMihemed tekez kir ku şêniyên bajarokê El Yastî û gundewarên wê girêdayî axa xwe ne û wê ji dagirkeriya Tirk û tu kesekî din re nehêlin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin.

Jina ciwan Eliya El Elî ya ji bajarokê El Yastî jî got: “Em van êrişên hovane yên li ser herêmên me ku di encamê de sivîlên bêguneh şehîd û birîndar bûn, şermezar dikin. Armanca êrişan ew e ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.”

Elîa El Elî diyar kir ew ê ji bo parastina xaka xwe li ber xwe bidin û wiha got: “Em bi tu awayî rê nadin dagirkeriya Tirk ku xaka me dagir bike û heta serketinê em ê li ber xwe bidin. Em jin bi hêzên xwe yên leşkerî re li hemberî êrişên hovane yên dagirkeriyê li ber xwe didin.”

(k)

ANHA