Dewriyeyeke Îsraîlê ket gundewarên Quneytîrayê

Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê bi 4 erebeyên leşkerî ket gundê Seyda Colan ê li başûrê Quneytîrayê.

Dewriyeyeke Îsraîlê ket gundewarên Quneytîrayê
25 adar, 2026   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Binpêkirinên hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê dewam dikin.

Dewriyeyeke hêzên Îsrîalê îro bi 4 erebeyên leşkerî ket gundê Seyda Colan ê li başûrê Quneytîrayê.

SOHR'ê duh ragihandibû ku dewriyeyeke Îsraîlê ket navbera gundên Mişêrêf û Um Îzam ên Quneytîrayê. Leşkerên dewriyeyê karwanekî şahiya dawetê sekinand û welatî kontrol kirin, her wiha gule li hewa teqandin. Ev yek bû sedema tirsê di nava şêniyan de.

(bb)