Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 9 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de bi kêmanî 9 filistînî hatin kuştin. Rayedarên Îsraîlê diyar kir ku operasyonên wê yên leşkerî dewam dikin.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 9 kes hatin kuştin
2 tebax, 2026   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî ku serokê DYA‘yê Donald Trump ragihand ku di hewldanên bicihanîna peyama agirbestê de pêşketin çêbûne, lê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê bi dawî nebûne. 

Rayedarên tenduristiyê yên Xezayê ragihandin ku di êrişên îro yên Îsraîlê de, zarok jî di nav de bi kêmanî 9 filistînî hatine kuştin.

Li gorî rayedaran, êriş li ser bajarê Xeza, Dêr Beleh, Xan Yûnis û Cibalyayê hatine kirin.

Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku di hin derbeyên wê de endam û rayedarên Hemasê bûn hedef.

Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Elî Cohen got ji bo rawestandina operasyonên leşkerî ti rêkeftinek tune ye. Her wiha anî ziman ku pêwîst e Şerîda Xezayê bi tevahî bikeve bin kontrola Îsraîlê, di heman demê de nakokî hîn jî astengiya pêkanîna nexşerêya agirbestê ne.

(bb)