Li Dêrikê têkildarî yekrêziya Kurdî civîn

MSDˋê li bajarê Dêrikê ji bo nîqaşkirina nêrîna xwe ya têkildarî Sûriyeya pêşerojê civînek li dar xist.

Li Dêrikê têkildarî yekrêziya Kurdî civîn
Li Dêrikê têkildarî yekrêziya Kurdî civîn
Li Dêrikê têkildarî yekrêziya Kurdî civîn
Li Dêrikê têkildarî yekrêziya Kurdî civîn
28 kanûn, 2024   18:51
QAMIŞLO

Civîn li hola Şînav a Dêrikê bi beşdariya kesayetên welatparêz, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û rewşenbîrên bajêr hat lidarxistin.

Di civînê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî axivî. Elî bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û got: "Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide hebûna gelê Kurd ji holê rake."

Elî wiha domand: "Kobanê sembola berxwedanê ya vê hebûnê ye. Divê bala her kesî li ser vê berxwedanê bê kişandin."

Elî diyar kir ku divê helwesteke yekgirtî bê girtin û ji bo berjewendiya vî gelî berê xwe bidin Şamê.

Elî bang kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi armancên vî gelî bifikirin.

Di civînê de beşdaran diyar kir ku pêwîstî bi yekrêziya lez a Kurdan heye ku tevahî planên qirkirina gelê Kurd bên têkbirin.

Di dawiya civînê de teqezî bi girîngiya yekrêziya Kurdî, banga lidarxistina kongreyeke Kurdî bi armanca parastina destkeftiyên gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sekna li kêlek QSDˋê hat dayîn.

(fr)

ANHA