Cotmeha Pembeyî; bangên ji bo girîngîdayîna tespîtkirina zû ya penceşêra memikan

Endama Heyva Sor a Kurd Nûha Ehmo ji bo pêkanîna lênerînên têkildarî tespîtkirina zû ya penceşêra memikan da zanîn ku tespîtkirina nexweşiyê di demeke zû de, derfeta dermankirinê û başbûnê zêde dike.

Cotmeha Pembeyî; bangên ji bo girîngîdayîna tespîtkirina zû ya penceşêra memikan
Cotmeha Pembeyî; bangên ji bo girîngîdayîna tespîtkirina zû ya penceşêra memikan
Cotmeha Pembeyî; bangên ji bo girîngîdayîna tespîtkirina zû ya penceşêra memikan
Cotmeha Pembeyî; bangên ji bo girîngîdayîna tespîtkirina zû ya penceşêra memikan
Cotmeha Pembeyî; bangên ji bo girîngîdayîna tespîtkirina zû ya penceşêra memikan
Cotmeha Pembeyî; bangên ji bo girîngîdayîna tespîtkirina zû ya penceşêra memikan
Cotmeha Pembeyî; bangên ji bo girîngîdayîna tespîtkirina zû ya penceşêra memikan
Cotmeha Pembeyî; bangên ji bo girîngîdayîna tespîtkirina zû ya penceşêra memikan
8 cotmeh, 2026   07:53
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Meha Cotmehê li ser asta cîhanê bi ‘Meha Pembeyî’ tê naskirin. Di vê mehê de kampanyayên hişyarkirina ji bo penceşêra memikan li deverên cuda yên cîhanê tên birêxistinkirin, bi armanca bilindkirina asta hişmendiya ku girîngiyê dide xweparastina ji penceşêrê, tespîtkirina zû ya nexweşiyê. Vê kampanyayê bi awayekî giştî sala 2006`an dest pê kir û salane tê organîzekirin. 

Bi boneya destpêkirina çalakiyên Cotmeha Pembeyî, Heyva Sor a Kurd bi koordînasyona saziyên jinan têkildarî girîngiya tespîtkirina di demeke zû ya penceşêra memikan de li bajarên herêma Cizîrê dest bi kampanyayên şîretkariyê kir.

Der barê kampanyayê de endama Beşa Mamografiyê ya Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd Nûha Ehmo ji ajansa me re axivî.

Nûha Ehmo diyar kir ku fakora genetîk roleke sereke di penceşêra memikan de dilîze, lewma divê bi awayekî sîstematîk mirov lênerînên taybet ji bo penceşêrê pêk bînin, bi taybet divê jinên ku di malbata wan de nexweş hebin, vê yekê bikin.

Nûhayê destnîşan kir ku derfeta rehetiya ji nexweşiyê di dema tespîtkirina hebûna penceşêrê di demeke zû de bi awayeke bilind pêk tê, ji jinan xwest dema guhertinên nenormal di memikên xwe de bibînin berê xwe bidin bijîşkekê û tenduristiya xwe paşguh nekin.

Nûhayê da zanîn ku nexweşxane xizmetguzariyê û lênerîna jinan li gorî temen û rewşa wan a tenduristî pêşkêş dike, ew mamografiyê ji bo jinên jor temenê 40 saliyê bi kar tînin, ji bo jinên bi temenê xwe biçûk in jî îkografiyê bi kar tînin.

Têkildarî xweparastinê Nûhayê hişyarî da ku divê mirov li gorî jiyaneke tendurist bijî, ji cigare, alkol û xwarinên nebaş dûr bikeve, bedena xwe ji giraniya zêde biparêze, bi awayekî sîstematîk tevgerê bike, her wiha bal kişand ser girîngiya ku divê bêyî bijîşkan dermanên girêdayî hermonan bi kar neynin.

Nûhayê destnîşan kir ku şîrdayîna dayikan ji bo zarokan roleke baş ji bo başbûna tenduristiya dayik û zarokan dilîze.

KAMPANYAYÊN ŞÎRETKARIYÊ

Nûha Ehmo da zanîn ku Heyva Sor a Kurd her sal di vê mehê de ji bo şîrekariya têkildarî penceşêra memikan, ji bo pêşxistina tespîtkirina nexweşiyê û pêkanîna lênerînan, semîner û kampanyayan li dar dixe.

Nûhayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê jin dest ji tirs û fediyên xwe berdin, dema nîşaneyên nenormal bibînin serdana bijîşkan bikin, girîngîdayîna tenduristiyê û tespîtkirina zû ya penceşêrê gaveke esasî ya derketina li hemberî nexweşiyê ye.

(sb)

ANHA