Di bin konê şehîd Sîpan de daxwaza hesabxwestinê hat kirin

Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîd Sîpan Hiznî destnîşan kirin ku divê berpirsyarên şehadeta şehîd Sîpan Hiznî werin cezakirin û ew ê heta dawiyê bi mafê xwe yê kurdî ve girêdayî

Di bin konê şehîd Sîpan de daxwaza hesabxwestinê hat kirin
Di bin konê şehîd Sîpan de daxwaza hesabxwestinê hat kirin
Di bin konê şehîd Sîpan de daxwaza hesabxwestinê hat kirin
Di bin konê şehîd Sîpan de daxwaza hesabxwestinê hat kirin
Di bin konê şehîd Sîpan de daxwaza hesabxwestinê hat kirin
Di bin konê şehîd Sîpan de daxwaza hesabxwestinê hat kirin
Di bin konê şehîd Sîpan de daxwaza hesabxwestinê hat kirin
Di bin konê şehîd Sîpan de daxwaza hesabxwestinê hat kirin
Di bin konê şehîd Sîpan de daxwaza hesabxwestinê hat kirin
13 îlon, 2026   15:00
HESEKÊ

Îro bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û tevgerên jinan serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Sîpan Hiznî yê li gundê Micerci li rojavayê bajarê Hesekê hatiye vedan, kirin. 

Şehîd Sîpan Hiznî piştî ku ji hêla komeke çekdar ve hat revandin û sewqî gundekî girêdayî Serêkaniyê hat kirin, hat şehîdxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê Basil Mihemed Emîn axivî, sersaxî ji bo malbatên şehîdan xwest û da zanîn ku şehadeta Şehîd Sîpan Hiznî temsîla şehadeta tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê nake, ew ji bo Kurdistanê bi giştî ye.

Mihemed Emîn diyar kir ku Sîpan yek ji parêzvanên yekemîn ê li herêmê bû, ew li hemberî xeteriya êrişên çeteyan di dema borî de şer kir, ew rola xwe ya parastina ewlehî û istiqrarê pêk anî.

(sb)

ANHA