Şehîdê QSD’ê Qendîl Hilko bi girseyî hat oxirkirin

Bi tilîliyên dayikan û dirûşman cenazeyê şervanê QSD’ê Beşar Ebdulxaliq Dihêm li Qamişloyê spartin axê.

Şehîdê QSD’ê Qendîl Hilko bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê QSD’ê Qendîl Hilko bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê QSD’ê Qendîl Hilko bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê QSD’ê Qendîl Hilko bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê QSD’ê Qendîl Hilko bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê QSD’ê Qendîl Hilko bi girseyî hat oxirkirin
10 adar, 2025   14:43
QAMIŞLO

Şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Qendîl Hilko (Beşar Ebdulxaliq Dihêm) ê 4’ê Adarê li Hesekê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bûbû û îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê hat oxirkirin. Şêniyên bajar û gundewarên Qamişloyê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima El Casim axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Fatima El Casim di dewama axaftina xwe de got: "Di van salan de me ji cîhanê re îsbat kir ku ev gel yek e. Îsbata herî berbiçav şervanên me ne ku di rêya parastina axa pîroz de xwîna wan tevlihev bûye.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî axivî û soza domandina xeta şehîdan da.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(bb)

ANHA