Şehîd Rustem û Deştî Amanos hatin oxirkirin

Şehîd Rustem û Deştî Amanos bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hatin oxirkirin.

27 îlon, 2025   20:26
QAMIŞLO

Şervanê QSD’ê Rustem (Damin El Damin ) 25’ê Îlona îsal li devera El Behra ya kantona Dêrazorê di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû, Deştî Amanos (Mistefa  Yûsif Hanan) jî di 25`ê Îlona 2025’yan di êrişeke çekdarî ya hêzên hikumeta Şamê li Dêr Hafirê de şehîd bû. Cenazeyê her du şehîdan îro bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin .

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û Meclisa Malbatên Şehîdan, endam û rêveberên saziyên sivîl, şervanên QSD’ê û hevreyên her du şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Cibraîl Mistefa axivî got: "Em di şexsê her du şehîdan de hemû şehîdan bi bîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Şehîd namirin, zindî ne. Her tim di dilê me de ne. Îro rojeke dîrokî ye bi şehadeta herdu şehîdan, Kurd û ereb ku ji bo pêkanîna xwişk û biratiya gelan û jiyanek bi azad û ewle de jiyana xwe feda kirin."

Piştre endamê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Îbrahîm sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û soza domandina rêya şehîdan da. Ehmed Îbrahîm di dewama axaftina we de got: "Em her timî soza xwe nû dikin û heya dilopa xwîna di canê me de heye em ê li ber xwe bidin, ji ber ku em şervanên Rêber Apo ne, em tu carî em dev ji rêya xwe bernadin."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Omer El Hemîd axivî û got: "Em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Şehîdan ji bo ku em azad bijîn canê xwe feda kirin. Çiqas em bêjin, lê em nikarin mafê wan bidin. "

Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeya şehîd Deştî Amanos li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin û cenazeya şehîd Rustem jî ber bi Pekrewangeha Şehîd Xebat Dêrik a bajarê Dêrikê ve hat oxirkirin.

)fk/şx)

ANHA