Heta DAIŞ hebe ji cîhanê re jî xetere heye - Rauf KARAKOÇAN

Heta DAIŞ hebe ji cîhanê re jî xetere heye - Rauf KARAKOÇAN
24 kanûn, 2024   13:48

Li Sûriyeyê bi Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) re hewl didin pêvajoyeke nû ya siyasî bidin destpêkirin. Rêxistineke ku di lîsteya rêxistinên terorîst de ye, tînin ser hikumeta Sûriyeyê re û serokê wê wek serokê dewletê û rêxistina wî wek hikumeta demkî diyar dikin, wekî ku ti tiştek nebûbe. NY, YE û DYA ji bo hevdîtina bi lîderê HTŞ'ê re ketine dorê ku ji bo girtina wî 10 milyon dolar xelat diyar kirine.

Rêxistinên selefî-cîhadîst her çi qas navên wan cuda bin jî, xwedî heman kokê ne. Li dijî Bûyera Hakem ku ji bo çareserkirina pirsgirêka xîlafetê ya di navbera Hz. Elî û Mûaviye de yekemcar di îslamê de derket holê, alîgirên Elî yên bi navê Xaricî wek tevgereke reaksiyonê derketin holê û dûre Elî jî qetil kir. Xeta îslama radîkal a ku ew temsîl dikin jî heta îro zindî ma.

Jêderka îslama radîkal ku şecereya wê gelekî dirêj e, Xaricî ne. Bi Ehmed Bîn Henbel re mezheba henbelî û ramanên Îbn Teymiye yên bingeha demara selefîtiyê, dûre wehabîtiya Mihemed Bîn Ebdulwehab, bi Hesen El Benna re Îxwan Muslîmîn (Birayên Misilman), dûre jî bi Usame Bîn Ladin re El Qaîde, herî dawî jî bi Ebûbekir El Bexdadî re DAIŞ. Ev tev jî li pey damezirandina xelîfetê ne.

Rêxistina Heyet Tahrîr El Şam ku navê El Nusra guherand û li şûna wê ava bû, ji jêderka îslama radîkal tê. Mixabin hilweşîna rêveberiya Esad û rejîma Baas ne şoreşek e. Di navbera HTŞ'ê ya ku li Şamê hate ser desthilatê û rejîma Baasê de, radestkirina desthilatê tê kirin. Jixwe rejîma Baasê li cihê xwe ye û bi rengekî aştiyane wezîfeyên xwe radestî HTŞ'ê dike. HTŞ ku ji pênaseya terorê xelas bû û hate ser desthilatê ku pê re jî meşrû kirin, wek şaxê Şamê yê El Qaîdeyê hatiye avakirin.

Heyat Tehrîr El Şam nûnera dawîn a pêvajoyên dîrokî ye ku ji dema Şerê Siffînê (li nêzî Reqayê çêbû) yê sala 657'an ê di navbera Elî û Muawiyê de ye. Armanc û niyeta hêzên ku rê li ber hatina HTŞ'ê ya li Şamê vekir çi dibe bila bibe, bi guman e bê ka hêvîdariya wan a siyasî çi ye. Nediyariya siberoja Sûriyeyê li holê ye û guman hene ku rêveberiya Şamê yekcar bidin destê HTŞ’ê. Heçku zarokeke mirî bi HTŞ’ê dane welidandin.

Tirkiye yek ji hêzên sereke ye ku xwe avêtiye ser guhertina desthilatdariyê ya li Şamê. Gotina Erdogan a “ji lehiyê derxistina qirş û qalan” niyeta wî radixe pêş çavan. Dibêje avakirin û vejandina Sûriyeyê aîdî wî ye. Anku li gorî îştaha Erdogan, Sûriye ji bo wan bûye pariyekî nan.

Her wiha ne aqilane ye ku li Sûriyeyê rolekê bidin Tirkiyeyê ku bi Hamas, Hizbullah, DAIŞ û HTŞ'ê re ev qas xwedî têkiliyên nêz e. Tirkiye bi êrişên li hember Kurdan ên bi çeteyên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê re, cih ji rêxistinên îslamî yên radîkal, selefî-cîhadîst re vedike. Bi vî rengî dê terora DAIŞ'ê ji her devereke cîhanê re hêsantir îxrac bike. Bi bidestxistina çeteyan ji bo êrişî Rêveberiya Xweser bikin, bi rêya provokekirina eşîrên Ereban, bi rêya îqnakirin û rêbazên gefxwarinê ji bo afirandina nakokiyeke erebî-kurdî, bi rêya êrişên rojane yên balafirên bêmirov û bi bikaranîna siyaset û tundiyê ya bi hev re, hewl dide encamekê li Sûriyeyê bi dest ve bîne. Tevî her tiştî jî aşkera ye ku nikare Kurdan berteref bike.

Kurd beşeke jêneveger a hevsengiyên siyasî yên li Sûriyeyê ne.

Kurd garantorên demokrasiya li Sûriyeyê ne.

Kurd nûnerên xeta azadiya jinan ya li Sûriyeyê ne.

Kurd ew gel in ku bi têkoşîna li dijî DAIŞ'ê re ewledariya cîhanê kiriye û di vî warî de berdêlên giran dane.

Heke mirovahî naxwaze careke din bi hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê re rû bi rû bibe, divê dewleta Tirk ku sponseriya DAIŞ'ê dike û çeteyên DAIŞ'ê di bin sîwana wê de ne, divê êrişên wan ên li hember Rojava bisekinîne.

Rêveberiya Xweser a Rojava ji bo Kurdan meseleya man û nemanê ye. Hebûna Kurdan jî ji bo demokrasiya Sûriyeyê meseleya man û nemanê ye. Hebûna Kurdan a li Sûriyeyê jî ji bo ewledariya mirovahiya cîhanê ya li dijî DAIŞ'ê, mijareke jiyanî ye. Divê mirov bi vî rengî li meseleya Sûriyeyê binêre. Ji bo pêşî li bombeyên DAIŞ'ê yên li Ewropayê diteqin bê girtin, divê dijminatiya Tirkiyeyê ya li hember Kurdan bê sekinandin. Desthilatdariya AKP'ê ya faşîst li Tirkiyeyê bûye hêlîna rêxistinên selefî-cîhadîst. Erdogan bi roleke gelekî xeternak radibe. Bi hinceta PKK’ê hewl dide li Sûriyeyê li ser navê bermahiyên DAIŞ'ê bi rolekê rabe. Lê divê were zanîn ku Erdogan dê di demeke nêz de fêm bike ku wî li Sûriyeyê şaş lîstiye.

Vekirina cih ji bo rêxistinên radîkal-selefî-cîhadîst bi gotina 'fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê' û vekirina qadên nû yên dagirkeriyê li Rojava, dê rê li ber encamên gelekî xeternak veke ku telafiya wan nayê kirin. Li Rojava bûyereke ku ewlehiya Tirkiyeyê tehdît bike nîn e, lê dîsa jî gotinên 'fikarên ewlehiyê' yên hêz û rayedarên cîhanê, bawerkirina bi derewên Tirkiyeyê ye. Divê were destnîşankirin ku rêya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, bi sînordarkirina rêveberiya faşîst a li Tirkiyeyê dibe.

“Heke DAIŞ ji bo gelên cîhanê tehdît e, dê demê Tirkiye ku bi aşkerayî têkiliyên wê bi DAIŞ'ê re hene, çi ye?" Divê bersiveke gelan ji vê pirsê re hebe. Ji bo ku pêşî li bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê û êrişên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava û timayên wê yên li hember Sûriyeyê were girtin, divê gavên şênber û pratîk werin avêtin û çareseriyên demokratîk ên mayînde li gorî berjewendiya gelan bên dîtin. Nexwe divê neyê jibîrkirin ku Sûriyeyeke di bin kontrola dewleta Tirk de, dê bi kêrî xurtbûna DAIŞ'ê bê.