Hejmara welatiyên li Wanê hatine girtin bû 40 kes

Li Wanê 5 jê zarok 18 kesên ku piştî çalakiyên desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Li gel vê yekê hejmara welatiyên ku hatin girtin, gihîşt 40’î.

Hejmara welatiyên li Wanê hatine girtin bû 40 kes
18 sibat, 2025   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesên ku di çalakiyên protestoyî yên li hemberî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatibûn binçavkirin, bi komî sewqî edliyeyê tên kirin. Duh 22 welatiyên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin û îro jî 5 jê zarok 18 kes hatin girtin. Li gel vê yekê hejmara welatiyên ku hatin girtin, gihîşt 40’î.

ZÊDETIRÎ 100 KESÎ HÊ JÎ DI BIN ÇAVAN DE NE

Hate ragihandin ku hê jî zêdetirî 100 welatî di bin çavan de ne û welatiyên ku hatine binçavkirin bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “muxalefeta li dijî yasaya hejmar 2911’an” tên darizandin.

Têkildarî tundiya polîsên Tirk li ser X’ê hashtaga “#VandaİşkenceVar” hate destpêkirin. Gelek bikarhênerên X’ê bi parvekirinan piştgirî dan tagê.