Wê Hemas roja şemiyê 6 dîlgirtiyên Îsraîlî berde

Serokê tevgera Hemas’ê ragihand kir ku ew ê roja şemiyê dîlgirtiyên din ên Îsraîlî û roja pêncşemê cenazeyên 4 dîlgirtiyên din teslîm bikin.

Wê Hemas roja şemiyê 6 dîlgirtiyên Îsraîlî berde
18 sibat, 2025   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê tevgera Hemas’ê ya li Xezayê Xelîl El Heye ragihand ku ew ê roja şemiyê 6 dîlgirtiyên sax ên Îsraîlî berdin. Ji wan Hîşam El Seyid û Evîra Mancisto ne. El Heye diyar kir ku ew ê roja pêncşemê cenazeyên 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî jî radest bikin.

El Heye diyar kir ku Îsraîl wê roja şemiyê dîlgirtiyên Hemas’ê jî berde û got; "Em amade ne yekser bikevin nav qonaxa duyemîn a dan û standinên agirbestê."

Ev pêvajo di encama serkeftina xebatên Misr û Qeterê yên berdana dîlgirtiyên Hemas û Îsraîlê de pêk tê.

Meha borî Hemas’ê 33 dîlgirtiyên Îsraîlê berdabûn û li hemberî wê Îsraîlê bi sedan dîlgirtiyên Filistînî di agirbesteke 42 rojî de berdabûn. Di agirbestê de artêşa Îsraîlê ji hin deverên Xezayê vekişiya.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di encama şerê Îsraîlê de zêdetirî 48 hezar Filistînî hatin kuştin û piraniya wan bê war man.

(mh/fr)