Gundewarê bajarê Dera yê Sûriyeyê hat topbarankirin

SOHR’ê diyar kir ku gundewarê bajarê Derayê yê Sûriyeyê hat topbarankirin.

Gundewarê bajarê Dera yê Sûriyeyê hat topbarankirin
18 sibat, 2025   22:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Dera û gundewarê wî daxuyand ku li gundewarê rojavayê bajêr dengê teqînên xurt hat bîhîstin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), dengê teqînên hatiye bihîstin, ew e ku hêzên Îsraîlê herêma Wadî Yermûk ê gundewarê rojavayê Derayê topbaran kir.

Lê der barê cihê hatiye hedefgirtin û zirarên bûne de tu agahiyên zêdetir nehatin parvekirin.

Danê nîvro jî şêniyan diyar kir ku artêşa Îsraîlê bi 5 wesayîtan ketin derdora bajarokê Berîqa yê gundewarê başûrê Quneyterayê û hêzên Îsraîlê li ser rêya di navbera bajarokê Berîqe û navenda parêzgeha Quneyterayê de belav bûn.

(fr)

ANHA