Îsraîlê li fermandarekî Hemasê da

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê fermandarekî Hemasê hedef kir. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî diyar kir ku di êrişên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin.

Îsraîlê li fermandarekî Hemasê da
29 tebax, 2026   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê fermandarekî Hemasê li nexweşxaneya Şuheda Eqsa ya li Dêr Belehê ya naverasta Xezayê kir hedef û diyar kir ku kuştina wî nehatiye piştrastkirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî, di êrişên Îsraîlê de kesek li Dêr Belehê û 2 kes li navenda bajarê Xezayê hatin kuştin û hin birîndar bûn.

(bb)