KOMAW: Em ji jiyana Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in

KOMAW`ê diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye û got ku ew ji jiyana Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê bi fikar in.

KOMAW: Em ji jiyana Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in
5 mijdar 2023   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Mîna ku ev jiyana tecrîdkirî û êşkenceyê têrê nake, vê carê jî ji malbat û parêzerên xwe hate dûrxistin, mafê xwe yê hevdîtinê yê qanûnî ji holê hate rakirin. Abdullah Ocalan ku 15'ê Sibata 1999'an bi komployeke navneteweyî ji Kenyayê hate revandin û birin Tirkiyeyê, ji hingî ve li hucreyeke yek kesî tê hiştin. Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku anîn gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê di hucreyê de têne hiştin. Hem di hiqûqa navneteweyî de hem jî di hiqûqa welatan de kiryara nehiqûqî ya li dijî Birêz Ocalan û girtiyên li wê derê tê zanîn û tê ziman. Lê belê hikumetên dewleta Tirk ku vî sûcê li dijî mirovahiyê dikin, hîn jî van kiryarên xwe dewam dike.

Em ji jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî bi fikar in. Weke saziya malbatên mexdûrên vî şerî KOMAW em jiyana wan û jiyana xwe di heman astê de dinirxînin. Ji ber ku Abdullah Ocalan weke îradeya herî mezin û bingehîn dibînin ku dikare vî şerî rawestîne û aştiyê misoger bike. Ji xwe wî bi xwe jî ji hikumeta dewleta Tirk re got, 'Derfetê bidin min, ez ê vî şerî di nava hefteyekê de rawestînim'. Weke KOMAW'ê em van kiryarên li dijî mirovahiyê û êrîşkariya hikumeta dwleta Tirk, her wiha piştevanên wê yên ku li hemberî van kiryaran bêdeng dimînin li nava mirovahiya cîhanê gilî dikin.

Lewma em bang li saziyên navneteweyî; di serî de Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamenta Ewropayê dikin; li gorî armancên di xalên bername û rêziknameyên we de ji bo mirovahiyê hatine destnîşankirin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin."