Guterres banga rawestandina êrişên li ser UNIFIL'ê kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres daxwaza rawestandina êrişên li ser hêzên UNIFIL'ê yên li Lubnanê kir.

Guterres banga rawestandina êrişên li ser UNIFIL'ê kir
23 nîsan, 2026   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres piştî kuştina leşkerekî Fransî daxwaza rawestandina êrişên li dijî hêzên UNIFIL'ê yên li başûrê Lubnanê kir.

Guterres bi nivîsekê ku ser X'ê parve kiriye got "Hin alî ku tê texmînkirin girêdayî Hizbullahê ne li pey wê êrişê ne ku bû sedema kuştina leşkerekî fransî."

Guterres xwest ku hêzên UNIFIL werin parastin.

Fransayê ragihandin ku leşkerekî Fransî di encama kemînekê de li başûrê Lubnanê hat kuştin û îdia kir Hizbullahê berpirsê vê yekê yekê ye. Hizbullahê ev îdia red kir.

(bb)