2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Duh li gundewarên Idlib, Hema, Laziqiye û Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer derket û 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
27 kanûn, 2023   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li eniyên Kefer Mûs û Kokba yên başûrê Idlibê, 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê di 2 êrişên cuda yên çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê de hatin kuştin. 

Hêzên hikumeta Şamê jî eniya Marat El Erbîx li rojhilatê Idlibê, Kefer Iwêd li çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê û deşta Xabê ya Hemayê topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran gundên Kefer Eme û Kefer Tial li rojavayê Helebê, gundên Fitîra, Sifohin, Filêfil, Bare yên ciyayê Zawiye li “herêma Pûtîn-Erdogan" topbaran kirin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi çekên giran û hewanan bajarokê Kefer Nibul, gundên Milace û Dar Kibîre yên çiyayê Zawiye û eniyên Girê El Melêk ê Laziqiyeyê topbaran kirin.

(şx)

ANHA