Meclisên malbatên şehîdan şehîdxistina Sîpan Hiznî şermezar kir 

Meclisên malbatên şehîdan li bajar û bajarokên herêma Cizîrê şehîdkirina şervanê Lîwaya Hesekê ya hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Sîpan Hiznî şermezar kir. Malbatên şehîdan diyar kir ku ev sûc bi hinceta tolhildana eşîrî nayê rewakirin û hişyarî da ku şewata li girtîgeha Kobanê dibe ku beşeke planeke ji bo têkbirina pêvajoya entegrasyonê be.

12 îlon, 2026   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî şehîdbûna şervanê Lîwaya Hesekê ya hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Sîpan Hiznî, her wiha şewata li girtîgeha Kobanê ku di encamê de çend girtiyan jiyana xwe ji dest da, bertekên nerazîbûnê berdewam dikin.

Der barê mijarê de meclisên malbatên şehîdan yên herêma Cizîrê daxuyanî da.

QAMIŞLO

Li Qamişloyê daxuyanî ji aliyê endama meclisê Zozan Sarik ve bi zimanê kurdî û endamê meclisê Ehmed Hemo ve bi zimanê erebî, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajêr bi amadebûna nûnerên malbatên şehîdan hat xwendin.

GIRKÊ LEGÊ

Li bajarê Girkê Legê, daxuyanî li ber navenda meclisê ya li bajarokê Rimêlanê, ji aliyê endamê meclisê Beşîr Elî ve hat xwendin.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê daxuyanî bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan, rêxistinên civaka sivîl û şêniyan ji aliyê endama meclisê Aya Xelef ve hat xwendin.

ÇILAXA

Li bajarê Çilaxa, daxuyanî li ber navenda meclisê li taxa Resafa ji aliyê endama meclisê Ahîn Şiwêş ve zimanên kurdî û erebî hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Tawana hovane ya li dijî şehîdê qehreman Sîpan hate kirin, sûcek e û xedariyeke nemirovane ye li dijî leşkerekî ji bo parastina ewlehiya civakê, astengkirina qaçaxçitiyê li ser erka xwe ya pîroz bû. Ew ne di pey dijminatiya kesane de bû, armanca wî tenê sepandina qanûnê bû.

Veşartina vê tawana xedar di bin navê "tola eşîrî" de, tenê hewldaneke erzan a ji bo rewakirina kuştinê ye, nemaze ku ev doz berê bi destê rûspî û şêxên herêmê hatibû çareserkirin û rûpela wê hatibû girtin. Vegera li mentiq û qanûna çolê û nezaniyê, nemirovî ye û em ê bi tu awayî li beramberî vê bê deng nemînin!

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîre ku şehîd Sîpan ji malbateke têkoșer e û berê jî di rêya vê doze de șehîd dane, em vî zimanê tolhildanê bi tundî red dikin. Em hişyarî didin ku heke ev tawan bê ceza bimîne, dê derî ji alozî û şerê navxweyî re vebe, ev yek jî dê aramiya civakî bixe nav xetereyê.

Li ser vê yekê, em bang li saziyên ewlehî û dadweriyê dikin ku bi lez mudaxele bikin, kujeran bigirin û bi destê giran li her kesê ku dixwaze fitneyê derbixe bidin. Her wiha em bang li hemû şêx û rûspiyan dikin ku axaftinên alozkirinê rawestînin. Xwîna șehîdên me ji bo serdestiya tevltheviyê nehatiye rijandin, lê ji bo ku civak di bin siya edalet û qanûnê de bijî hatiye rijandin.

Bûyerên ku îro li Kobanê diqewimin, bi taybet bûyera girtigehê ya ku bû sedema mirina mirovan kiryarên plankirî û bi zanebûn hatine amadekirin; ev kiryar bi giranî ji aliyê derdorên îstîxbaratî yên bi piştgiriya Tirkiyeyê ve têne birêvebirin, bi armanca têkbirina pêvajoya yekbûnê ye. Divê em wekî gelê xwe bi awayekî rêxistinkirî tev bigerin da ku nekevin kemînên "şerê taybet". Em piștrast in ku eşîrên ereb û civaka Kurd bi sedsalan e di nava aheng â jiyana bihevre de difin. Divê her du alî bi baldarî û hisyarî tev bigerin da ku nekevir nava komplo û pevçûnên navxweyî yên ku ti berjewendiyeke me tê de tune ye.

Werin em hemû sûriyeyî mîrateya şehidan biparêzin û welatekî ku hemû pêkhateyên civakê dihewîne, ava bikin."