Girêya Gordiyon dê li Îmraliyê bê vekirin - Rauf Karakoçan

Girêya Gordiyon dê li Îmraliyê bê vekirin - Rauf Karakoçan
27 ÇILE, 2025   02:35

Şewata li oteleke li bajarê Bolu yê Tirkiyeyê û di wê şewatê de mirina 78 kesan, rojeva siyasî hinekî paşve da. Rêber Apo di hevdîtinê de ku nêzî 4 saetan dewam kir, sersaxî ji malbatên miriyan re xwest lê detayên din ên naveroka hevdîtinê nehatin parvekirin. Lê hevoka “Xebatên birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekarîyên wî yên di vî warî de bi dawî bûn, dê daxuyaniyên pêwîst bi raya giştî re parve bike.” rewşa heyî kurteber dike. Tespîta 'pêvajo dê her kesî, me hemûyan bi hev re û bi rengekî azad bide jiyandin' jî li ser naverok û çarçoveya hevdîtinê delîleke girîng e.

Her çend şewata li Boluyê rojev guherandibe jî, bala raya giştî li ser hevdîtina li Îmraliyê ye. Meseleya ku her kes li bendê ye, bersiva ji Îmraliyê ye. Piştî serdana duyemîn a heyetê ya li Îmraliyê, daxuyaniya wê ya kurt her çend ji bo me û her kesî têrker û berfireh nebe jî, her du hevokên li jor gelek tiştan vedibêjin.

Diyar e ku pêvajoyek bi baldarî, hişmendî û wêrekiyê tê hûnandin. Hin şexsiyetên bêar ên li ser ekranên medyaya alîgir û ya muxalîf jî, haya wan ji girîngiya pêvajoyê nîn e, bi giraniya wê nizanin û gotinên wan jî gelekî pûç in. Mirov dikare ji vê kurtegotina heyetê fehm bike ku li Îmraliyê xebateke berfireh û kûrekûr tê meşandin ku kesên wekî dikandaran bi çavê ‘dê çi wergire, çi bide’ lê dinêrin, qet nikarin jê fehm bikin.

Kesên ku li çareseriya pirsgirêkeke sedsalî nafikirin, ketine bendewariyekê; heçku dê cinek ji lembeya newaze ya Eladîn derkeve û vê pirsgirêka giran bi lez û bez çareser bike. Her wiha kesên ji aliyê neyînî ve nêzî vê pêvajoyê dibin û yên xeman jê naxwin, didin navê û diçin û dikir qarewar. Mirov dikare vê jî fehm bike. Hê tiştekî diyar li holê nîn e lê neteweperestên qaşo muxalîf dest bi çêkirina senaryoyên wekî 'ji bo ku Erdogan ji nû ve bibe serokkomar, Dem Partî wd destekê bide' û gelek senaryoyên din çêdikin û hewl didin aştiyê sabote bikin. Demokrat, çepgir, lîberalên qaşo û kemalîst û çapemeniya dijberê hikumetê jî ku di binhişîna wan de dijminatiya li Kurdan heye, ji bilî fetisandin û şêlûkirina vê meseleyê nikarin du hevokên watedar bibêjin.

Ew derdorên neteweperest ku xwe wek xwediyên dewletê nîşan didin, divê bizanin ku dewletê pirsgirêka Kurd çêkiriye. Hem derketina wê hem jî şerê PKK'ê ji ber polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdan a li ser bingeha înkar û tunekirinê ye. Yên ku pirsgirêkê bê çare dihêlin û ev qas xwînê dirijînin jî, xwediyê vê zîhniyetê ne. Heke îro pirsgirêka Kurd gihaştibe qonaxa aştiyê, divê ji bîr nekin ku encama têkoşîneke bêeman e.

Kurdan li dijî hemû desthilatan muxalefeta herî radîkal kiriye û berdêlên giran dane. Muxalîfên qaşo yên desthilatdariya heyî, Kurdan wek dûajoyên desthilatê nîşan didin. Ev jî rezîlî û pespayetiyeke mezin e. Bi nirxandinên erzan Kurdan wek jêrdestên xwe bibînin, ev ehmeqî ye. Kurd dizanin çi dikin, lê mixabin nayê zanîn bê ka ew kezên şemateyê dikin, çi dixwazin. Kesên ku cidiyeta pirsgirêkê fehm nakin, divê em ji wan re bibêjin bala xwe bidin ser hevoka 'dê her kesî û me hemûyan bi hev re û bi awayekî azad bide jiyandin'.

Li ser mijara PKK'ê jî hema her kes bi cehaleta xwe dide navê û diçe! Kesên çêrker û devgenî tijî ne. Hewce nake em navên wan bidin û dema we xerc bikin. Hin kes jî heta berê xwe didin amerîkiyan, ji bo PKK’ê dibêjin "ew stalînîst in ha stalînîst" û hewl didin wan îqna bikin. Ev kes ‘hertiştzan’ in. Dema çêkirina prîmekê li ser dijberiya PKK’ê û dijberiya Kurdan çû. Heke zîrektî, jêhatîbûn, zanebûn û karîna we heye, werin û tevkariyê li aştiyê bikin. Hema bila bi qasî çîroka moriya ku ji bo temirandina şewatê av di devê xwe de dibir, bîranîneke we hebe.

Xebata li Îmraliyê tên meşandin, projeya demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Ger çêbû, avabûna xwişk û biratiya Kurd û Tirkan e. Bê guman dê tene bandorê li Tirkiyeyê neke, bandora wê dê li ser herêmê jî hebe.

Girêya Gordiyon a dîrokî vedibe. Îskenderê Mezin dema nekarî wê girêyê veke, bi şûrê xwe jê kir û ev yek jî wek destpêka têkçûnê wî hat dîtin. Tê gotin ku birîna wê girêyê bi şûrê xwe, wek têkçûna xwe dîtiye. Êdî li holê ye ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên zordariyê çareser nabe. Pirsgirêk bi zordariyê çareser bibe, dîsa jî dê têk biçe. Yên ku dixwazin Kurdan tesfiye bikin, dê bi xwe jî tesfiye bibin anku dê li kodika xwe bixin. Ji bo ku her kes bi ser bikeve, divê xwedî wê perspektîfê bin ku vê girêya Kurd bi aqilane vekin, ne bi derbeyên şûr û xenceran.

Pêvajoyeke ku feydeyê li her kesî bike û rê li ber jiyaneke birûmet û azad veke, dest pê kiriye. Divê neyê jibîrkirin ku ev hê destpêka rê ye û li ser vê rêyê tijî rîsk hene. Girêya Gordiyon dê li Îmraliyê vebe û divê her kes ji bo vê kêliya dîrokî amade be.