GerîlaTV dîmenê çalakiya 3 dagirker hatin kuştin weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li Xakurkê pêk anîn di encam de çeperek îmha kirin û 3 leşkerên artêşa Tirk ên dagirker yên di hundirê çeperê de hatin ceza kirin weşand.

GerîlaTV dîmenê çalakiya 3 dagirker hatin kuştin weşandin
21 kanûn, 2023   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên berfireh ên çalakiya ku gerîlayan bi çekên giran li Xakurkê pêk anîbû, di 28’ê Mijdarê  de bi daxuyaniyekî ragihandibû.

Daxuyanî wiha bû: “27’ê Mijdarê di saet 10.45’an de bi çekên giran li dagirkerên li qada Girê Şehîd Heqî hate xistin. Çeperê dagirkeran hate îmhakirin û 3 dagirkerên di hundirê vî çeperî de jî hatin cezakirin.”