Diyaloga vekirî derbarê rewşa Sûriyeyê û awayên çareseriyê

Bi dirûşmeya "Diyaloga Vekirî", Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) komcivînek li dar xist, di komcivînê de  rewşeya Sûriyeyê û awayên çareseriyê hatin gotûbêjkirin.

1 mijdar, 2025   17:55
HELEB

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê îro komcivînek bi navê "Diyaloga Vekirî" li dar xist. siyasetmedar, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan, û Hêzên Ewekariya Hundirîn tev li civînê bûn.

komcivîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre jî siyasetmedar Semîr Neşar axivî û bal kişand ser zehmetiyên derbaskirina şaşiyên ku li Sûriyeyê hatine kirin.

Neşar diyar kir ku divê pêşî li dubarebûna bûyerên ku li Suweydayê û herêma peravê qewimîn were girtin. Wî tirsa xwe derbarê rewşê anî zman û derbarê pevçûnên din û hewldanên ji bo destpêkirina şerekî mezhebî li ser bingeha etnîkî, hişyarî da.

Neşar destnîşan kir ku şerên weha sûdê didin hin aliyan û bal kişand ser girîngiya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê.

Neşar destnîşan kir ku Heleb, bi girîngiya xwe ya dîrokî ya dewlemend, dikare roleke bi bandor bilîze ji bo yekîtî û parastina hemû pêkhateyên Sûriyeyê.

Piştî axaftinê rê li ber beşdaran hat vekirin ku nêrînên xwe bînin ziman. Beşdaran diyar kir ku divê sedemên bingehîn ên pirsgirêkên domdar li Sûriyeyê werin analîzkirin da ku çareseriyên guncaw werin dîtin.

komcivîn bi hin pêşniyaran bi dawî bû:

Misogerkirina mafên hemû Sûriyeyiyan di destûra siberojê de, li ser bingeha wekhevî û edaletê, û rêzgirtina taybetmendiyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bê cudahî û paşguhkirin.

Divê li dijî gotara nefretê û parçebûnê têkoşîn were kirin, û xebata ji bo avakirina çanda aştî û rêzgirtina di navbera pêkhateyên cûda de were xurtkirin.

Avakirina hevkariyeke neteweyî ya rastîn.

(k)