Bêrîtan Rûken li Qamişloyê hat bibîranîn 

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk û Tevgera Hîlala Zêrîn hunermend Bêrîtan Rûken (Fatoş Yuksel) ku di nava têkoşîna gelê Kurd de şehîd bûye, bi bîr anî.

Bêrîtan Rûken li Qamişloyê hat bibîranîn 
Bêrîtan Rûken li Qamişloyê hat bibîranîn 
Bêrîtan Rûken li Qamişloyê hat bibîranîn 
Bêrîtan Rûken li Qamişloyê hat bibîranîn 
12 îlon, 2026   14:18
QAMIŞLO

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk û Tevgera Hîlala Zêrîn hunermend Bêrîtan Rûken (Fatoş Yuksel) ku di nava têkoşîna gelê Kurd de şehîd bûye, bi bîr anî. 

Bîranîn li navenda TEV-ÇAND’ê ya li bajarê Qamişlo pêk hat. Malbata şehîd, Meclisa Malbatên Şehîdan, bi sedan xebatkarên çand û hunerê beşdarî bîranînê bûn.

Endamê Komîna Wênexêziyê Welîd Murad jî wêneyê şehîd Bêrîtan Rûken di merasîmê de xêz kir.

Di hola bîranînê de wêneyên şehîd Bêrîtan Rûken, ên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Merasîma bîranê bi kêliyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Li ser navê TEV-ÇAND’ê Gulbihar Qamişlo axivî. Gulbiharê bixêrhatina beşdaran kir, sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest. Gulbiharê got: “Em di rojên dîrokî de ne, yê ku 24 demjimêran li ber xwe dide Rêbertiya me ye. Îro gelek provokasyon li hemberî me tên meşandin, lê Rêber Apo dibêje gelê birêxistinkirî dê bi ser bikeve. Em di kesayeta heval Bêrîtan û Sîpan de xeta xwe ya têkoşînê xurt bikin.”

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî Mihyedîn Hesen axivî û wiha got: “Di kesayeta hevala nemir Bêrîtan Rûken de em tevahî şehîdan bîr tînin. Em deyndarên van şehîdan in. Îro hûn dizanin çi komplo li ser destkeftiyên şehîdan têm meşandin. Ev tevahî zanabûn in. Divê em hişyar bin. Taybet ciwan û jinên ciwan şiyar bin. Divê em li gorî dijmin neçin. Ew dixwazin serê me de komkujiyan çêkin û tevlîheviyan derxin. Ev planên dewleta Tirk in. Dixwazin xebatên entegrasyonê têk bibin.”

Piştî wê li ser navê TEV-ÇAND û Tevgera Hîlala Zêrîn Zehredîn Zagros nivîsek a li ser kesayet, xebat û têkoşîna şehîd Bêrîtan Rûken xwend. 

Li ser navê malbata şehîd apê şehîd Barzanî Dêrikî wiha axivî: “Em şahadeta Bêrîtanê li gelê Kur pîroz dikin. Em zanin ev rêya hanê rêyek zehmet e. Dîrok dizane ku tu carî vîna gelê Kurd naşkê. Dê bidome heta azadiyê. Kurd dibêjin an mirin an azadî. Emê heta dawî li ser vê xetê bin. Em zanin berdêla wê jî xwîn e. Em ê heta dawiyê israr bikin.”

Piştî axaftinan wêneyê ku wênexêz Welîd Murad xêz kiriye, wek xelat pêşkêşî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiyê de jî jiyan, xebat û têkoşîna şehîd Bêrîtan Murad bi sînevîzyonekê hat nîşandan. Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Şehîd Bêrîtan Rûken di sala 2006’an de ji bajarê Sakarya yê Tirkiyeyê beşdarî Tevgara Azadiya Kurdistanê bûye. Li Qendîl, Garê, Mêrdîn, Besta, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê xebat meşandine. Di 13’ê Sibata 2023’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ketiye.

(bî)

ANHA