G-7’ê piştgirî da pêvajoya derbasbûna siyasî ya berfireh li Sûriyeyê

Wezîrên karên derve yên welatên G-7 piştgîriya xwe bo proseya derbasbûna siyasî ya berfereh li Sûriyeyê anîn ziman.

G-7’ê piştgirî da pêvajoya derbasbûna siyasî ya berfireh li Sûriyeyê
16 sibat, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên karên derve yên koma welatên G-7 di civîna xwe ya li kêleka Kongreya Ewlehiyê ya Munîhê de, piştgiriya xwe ya ji bo pêşvebirina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn nîşan dan û bal kişandin ser girîngiya hewldanên navneteweyî ji bo pêkanîna vê yekê.

Di daxuyaniyekê de duh, Yekşemê, wezîran piştgirya xwe bo gelê Sûriyeyê û piştgiriya ji bo proseya derbasbûna siyasî ya berfireh ku aramî û aştiya berdewam li Sûriyêyeyê misoger dike, anîn ziman.

Wezîrên karên derve yên welatên G-7 ya welatên mezin ên pîşesazî, ku ji Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê pêk tê, li kêleka Kongreya Ewlekariyê ya Munchenê, cara yekem di bin serokatiya Kanadayê de ji bo sala 2020’ê, civiyan.